Selahattîn Demîrtas: Divê PKKê dest ji çekan berde

07 îlon 2022 15:26
Selahattîn Demîrtas: Divê PKKê dest ji çekan berde

PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş diyar kir, divê PKKê dest ji çekan berde û bi Ocalan re guftûgo bên kirin.

Li gor Rawêjkarê Demîrtaş Zinar Karavil li ser twittera xwe da zanîn, Demirtaş do li dadgehê zêdetirî saetekê parastina xwe kir û got, pirsgirêk bi çek û tundûtûjiyê nayên çareserkirin, divê PKK dest ji çekan berde û bi Ocalan re jî guftûgo bêne destpêkirin.

Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, duhî 6ê Îlona 2022an, bi rêya sîstema Deng û Dîmen (SEGBIS) beşdarî 6emîn rûniştina Doza Kobanî ya li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bû.

Demîrtaş di axaftina xwe de destnîşan kir, di doznameya ku derbarê wan de hatiye amadekirin, mijarên derbarê Pirsa Kurd, axaftina Kurdî û meseleyên girêdayî Kurdbûnê hene û dibêje: “Divê herkes ji vê yekê dersekê werbigire. Divê em dawiyê li van êşên ku ev sed sal in em hev du didin jiyîn, bînin. Ji bo çareseriyê divê hinek kes wêrek bin. Divê ji azadiya xwe fedakariyê bikin. Ligel siyasetmedarên tirsonek û beredayî ev kar nameşe. Ji bo me siyasetmedarên wêrek pêwîst e.”

Selahattîn Demîrtaş eşkere kir, şiyana Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsa Kurd heye û got: “Divê Komara Tirkiyê li beramber demokrasiyê ligel Ocalan hevdîtinan pêk bîne. Ew siyaseta berdewamiyê ku li ser nijadperestiyê hatiye avakirin ji mêj ve hilweşiyaye. Êdî dema guherînan e.”