Selahattin Demirtas dîsa nehate berdan!
28 tebax 2018 17:37
PeyamaKurd- Ji bo Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş dîsa biryara berdanê derneket. Dadgeh ji bo roja 3yê Cotmehê hate taloqkirin. Selahattin Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve li Edirnê di hepsê de girtî ye.
Di dadgeha Enqerê ya 19emîn ya cezayên giran de darizandina Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş dewam kir. Selahattin Demirtaş jî bi rêya înternetê beşdarî celseyê bû. Parêzerên Demirtaş beşdarî celseyê nebûn û mazeret eşkere kirin. Demirtaş jî xwest ku wextê ku parêzerên wî li celseyê ne, parastina xwe bike û daxwaza taloqkirina celseyê kir. Mahkemeyê celse ji bo roja 3yê Cotmehê taloq kir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Daxwaza Selahattin Demirtas dîsa hate redkirin!
24 gln 2018
Jiyan
Parêzerê Selahattin Demirtas: Demirtas wê were berdan!
15 gln 2018
Cîhan
Selahattin Demirtas li ser berdana çekan ya PKKê û fesha wê daxwuyanî da
01 adr 2025
Cîhan
Parlementerê DEM Partiyê Cengiz Çandar li ser berdana Demirtas axifî
18 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin