Sekreterê Gistî yê OPECê koça dawî kir

06 tîrmeh 2022 16:57
Sekreterê Gistî yê OPECê koça dawî kir

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê OPECê Mihemed Barkindo koça dawî kir.

Serokê saziya Petrolê ya Neteweyî ya Nîjeryayê Melle Kyari îro Çarşemê diyar kir, Sekreterê Giştî yê OPECê Mihemed Barkindo koça dawî kiriye.

Li gor Kiyarî vê sibê li ser Twitterê da zanîn: “Me rêzdar Dr. Mihemed Sanusî Barkindo ji dest da di saet 23yê şeva Pêncşemê, bê guman ev yek ziyaneke mezin e ji bo malbata wî û saziya nefta neteweyî ya Nîjeryayê, welatê me Nîjerya, OPEC û civaka enerjiyê.”