Sefîn Dizeyî û Ziyad Raûf hevdîtinekî pêkanîn

10 gulan 2023 01:07
Sefîn Dizeyî û Ziyad Raûf hevdîtinekî pêkanîn

PeyamaKurd – Berpirsê karên derve yê serokatiya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di ser hesabê xwe yê medya civakî di ser Twitterê de ragihand ku îro bi nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Polonyayê bi Ziyad Raûf re hevdîtin kiriye. Sefîn Dizeyî ragihand ku bi Ziyad Raûf re li ser têkiliyên Herêma Kurdistanê û Polonyayê axifîne, li ser mijarên herêmê û navdewletî axifîne.

Sefîn Dizeyî, xebatên nûnerê Herêma Kurdistanê yên li Polonyayê yên Ziyad Raûf û xebatkarên nûnerayetiyê yên li Polonyayê bilind nirxandiye.