Seferên hewayî yên Kerkûk û Ankara destpêkirin

06 berfanbar 2022 04:02
Seferên hewayî yên Kerkûk û Ankara destpêkirin

PeyamaKurd – Seferên hewayî yên di navbera Kerkûkê û Ankara de yên rasterast destpêkirin. Berdevkê rêvebiriya balafirgeha Kerkûkê Herdî Samed ragihand ku şîrketa Rêyên Hewayî yên Iraqê, sefera xwe ya ewilî ji Kerkûkê ji bo Ankara îro siet di 17:00an de kir. Kerkûk her çendîn Kurdistane jî di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ye.

Samed ragihand ku di serî de wê di heftê de yek sefer bêkirin û di hefteyên pêşiya me de wê seferan zêde bikin. Balafirgeha Kerkûkê berê ya leşkerî bû û di 20 ê cotmehê de ji bo seferên hundir û derve hatibû vekirin.