Sedr dev ji siyasetê berdabû, dîsa ket nav qada siyasî

30 adar 2026 21:12

Muqteda Sedir, ku gotibû 'ezê dest ji siyasetê berdim' lê anha ji bo meşeke mezin band li hemû Iraqîyan kirîye û dibêje werin qad ê.

Sedr dev ji siyasetê berdabû, dîsa ket nav qada siyasî

RûpelNews - Rêberê Şîe yê li Iraqê, Muqteda Sedir, bang li hemû gelê Iraqê kir ku beşdarî xwepêşandanên girseyî yên li seranserê welêt bibin.

Sedir di daxuyaniya xwe de hemû Iraqî, bêyî ku cudahî li mezheb û nasnameya wan hebe, vexwend ku roja Şemiyê ya bê li seranserê welêt derkevin kolanan.

Sedir got, "Ez bang li gelê Iraqê dikim, bêyî ku cudahî li mezheb û girêdanên wan hebe, ku roja Şemiyê li hemû parêzgehan xwepêşandanên seranserî li dar bixin," û da zanîn ku xwepêşandan dê di saet 4:30ê êvarê de dest pê bikin û heta rojavabûnê berdewam bikin. Wî teqez kir ku beşdar divê piştî xwepêşandanan bi ewlehî vegerin malên xwe.

Tê hesibandin ku banga Sedir ne tenê protestoyek e, lê di heman demê de peyamek xurt e li dijî êrîşên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Iraqê.

Her wiha tê gotin ku armanca bangê ew e ku pevçûnên ku dibin sedema bêîstîqrariya herêmî bi dawî bike û daxwaza aştiyê bilind bike.

Sedir gelek caran ragihandibû ku ew ê dev ji siyasetê berde.

Muqteda Sadr wekî kesayetiyek derdikeve pêş ku di salên dawî de gelek caran biryarên xwe yên vekişîna ji siyasetê aniye ziman.

Sadr ragihand ku ew di 9 salan de, ji sala 2013an pê ve, 9 caran ji siyasetê derdikeve. Pêşî, di Adara 2013an de, Sadr ragihand ku ew ê ji hikûmet û parlamentoyê vekişe, lê wî ev biryar di demek kurt de paşve kişand. Bi kurtasî, biryarên Sadr ên ji bo vekişîna ji siyasetê pir caran mayînde nebûn û di demên krîzên siyasî de bûn sedema vegera wî ya qadê.