Sedema sinyalên sîsmîk ên 2023yan hate vedîtin: Mega tsûnamî

13 îlon 2024 15:47
Sedema sinyalên sîsmîk ên 2023yan hate vedîtin: Mega tsûnamî

PeyamaKurd - Zanyaran ragihandin ku sedema sinyalên sîsmîk ên di Îlona sala çûyî de, ji aliyê sensorên li çar aliyê dinyayê hatibûn tomarkirin, hêlaneke dêwasa ya li Gronlanda li bakurê Zeryaya Atlasê bûye.

Weke tê zanîn di Îlona 2023yan de li çar aliyê dinyayê sinyalên sîsmîk ku 9 rojan dom kiribû hatibûn tomarkirin.

Li gorî lêkolînên berfireh, hate diyarkirin ku li Fiyorta Dickson a Grava Gronlandê hêlaneke dêwasa ku 9 rojan dinyayê hejandiye pêk hatiye

Zanyaran ragihandin ku ji ber qeşaya li bilindahiya 1200 metreyan a çiyayên Fiyorta Dicksonê ji ber zêdebûna germahiyê zirav bûye û êdî nikaribûye barê ser xwe hilgire û rûxiyaye.

Mega tsûnamî

Ji ber ev rûxan bûye sedema cîguhertina kutleyeke pir mezin û giran, pêleke qeşayî ya 200 metre bilind tevgeriyaye û mega tsûnamiyekê rû daye.

Zanyaran dan zanîn ku ji ber ev mega tsûnamî di vê fiyorta teng de şidiyaye, bi pêş û paş ve hejiyaye û bûye sedema ew sinyalên sîsmîk.