Sebekeya madeyên hisbir li Bexdayê hat sikandin

17 tebax 2024 17:14
Sebekeya madeyên hisbir li Bexdayê hat sikandin

PeyamaKurd – Li Bexdaya paytextê Iraqê di operasyona dijî şebekeya firotina tiryakê de 10 gumanbar hatin girtin. 221 kîlo hebên Captagonê hatin bidestxistin.

Di daxuyaniya Desteya Bilind a Dadweriyê ya îro (17.08.2024) de, ev agahî hatin dayîn:

"Hêzên ewlehiyê li dijî şebekeya ku madeyên hişbir difiroşe operasyon li dar xistin. 10 gumanbarên ku di nav wan de welatiyên biyanî jî hene hatin girtin."

Hat diyarkirin ku di lêgerîna ku di çarçoveya operasyonê de hat kirin de 221 kîlo Captagon hat bidestxistin.

Li gorî amaran di 7 salên borî de li Iraqê bikaranîna madeyên hişbir ji sedî 40 û bazirganiya madeyên hişbir jî ji sedî 30 zêde bûye.