Scholz: Divê Pûtîn vê rastiyê bibîne ku ser xitimî ye û Rûsya nikare pêsve biçe

24 adar 2022 00:33
Scholz: Divê Pûtîn vê rastiyê bibîne ku ser xitimî ye û Rûsya nikare pêsve biçe

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, di axaftina xwe ya 23yê Adarê ya parlamentoya federal de, şerê ku Rûsyayê li dijî Ukraynayê daye destpêkirin nirxand.

Scholz bang li Pûtîn kir û got ku divê êdî Pûtîn rastiyê bibîne ji ber ku êrîşa Pûtîn digel hemû ruxîneriya xwe jî xitimî ye.

Serokwezîrê Almanyayê da zanîn ku tevî hemû bombardimanan jî hêzên rûsî nikarin li Ukrayna bipêşve biçin, lewma jî pêwîste ji bo çareseriya dîplomatîk xebatê bikin.

Herwiha Scholz gefa dorpêçên nû jî li Rûsyayê xwar û got, ew bi berdewamî dorpêçan zêde dikin, lê divê ji lîderê Rûsyayê zêdetir ziyan negihe welatên Ewropayê.