Sayan: Pistgiriya Bahçelî û Erdogan 'erkeke îmanî ye'

09 adar 2023 14:33
Sayan: Pistgiriya Bahçelî û Erdogan 'erkeke îmanî ye'

PeyamaKurd – Serokê Bajêra Agiriyê yê  AK Partiyê Savci Sayan diyar kir, piştgirîkirina Erdogan û Bahçelî wezîfeyeke îmanî ye.

Savci Sayan di bernameya ku beşdarî CNN Turkê bû de dema ku rexne li serokên Tifaqa Netewî girt, pesnê Recep Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî da.

Sayan destnîşan kir, piştgirîkirina Bahçelî û Erdogan erkeke wefadariyê ye û got, "Ji bo min piştgiriya Erdogan û Bahçelî wezîfeyeke neteweyî, însanî, olî ye û ez ê vî karî bi pêş bixim.

Destici jî di derbarê "axiretê" de jî hişyarî da

Daxuyaniya bi heman rengî ya Sayan do ji Serokê BBPê Mustafa Destici jî hat. Destici got, “Namzedê serokomariyê yê ku HDP tê de ye yan jî piştgiriyê dide, nikare were destekkirin, tifaqek nikare bê destekkirin. Wê li dinyaya din jî neçar bimînin berdêlên giran bidin.”