Saredariyên HDPê ji saziya 'Yekîtiya Saredariyan' vekisiyan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî li şûna 70 endamên encûmenên şaredariyên HDPê yên di Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilatê Tirkiyê (GABB) de, ji kar hatin dûrxistin û qeyûm danîn şûna wan, HDPê jî biryar stand ku ji GABBê vekişe.
Heta niha qeyûm tayînî 28 şaredariyên HDPê hatine kirin. Piştî tayînkirina qeyûman li Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûr Rojhilat (GABB) jî ji 101 endamên meclîsan ên HDPî qeyûm tayînî şûna 70 endamî hat kirin. Piştî vê biryarê jî HDP ji nav yekîtiya şaredariyan vekişiya.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Şaban Karataş ku endamê meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, got ku yekîtî ji bo şaredariyên herêmê pir girîng bû, lê belê piştî tayînkirina qeyûman bêerk hatiye hiştin û piştî qeyûm tayînî şûna 70 endamên wan hatiye kirin wan jî biryara vekişînê daye.
Karataş herwiha diyar kir: "Tu endamên HDPê beşdarî civîna 28ê Mijdarê nebûn. Çimkî civîneke nelirê hat çêkirin û bi awyaekî bêhiqûqî rêveberiyek hat avakirin. Li ser vê şaredariyên HDPê biryar dan û ji GABBê vekişin. Şaredariyên HDPê di hefteya ewil a Kanûnê de ji yekîtiyê vekişiyan."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin