Saredariya Hewlêrê ji bo bazarê 15 otomobîlên piçûk xist xizmeta welatiyan

07 gulan 2020 15:19
Saredariya Hewlêrê ji bo bazarê 15 otomobîlên piçûk xist xizmeta welatiyan

PeyamaKurd - Şaredariya parêzgeha Hewlêrê, ji bo xizmetkirina hemwelatiyan bo çûnûhatina bazarê 15 otomobîlên piçûk xist xizmetê.

Şaredariya Hewlêrê îro 7ê Gulanê 15 otomobîlên piçûk bi armanca hêsankariya hatûçûna hemwelatiyan a nav bazara Hewlêrê xistin xizmetê ku ji ber qedexeya hatûçûna otomobîl û taksiyan a nav bazarê heye, wê hêsankariyê li hemwelatiyan bike.

Hat zanîn ku wê ev otomobîlên piçûk ji bo veguhestina nav bazarê pere nestînin û bi taybet jî xizmeta kesên temen mezin û bi asteng bikin.