Şaredareke din ê CHPê û 23 kesên din hatin girtin
Şaredarê navçeya Çankaya ya Enqere Huseyîn Can Guner û 23 kesên din hatin girtin.
|
Türkçe
RûpelNews - Di çarçoveya operasyonê de ku di 11ê Tîrmehê de hatibû kirin, li ofîsên şaredariyê lêgerîn hat kirin û ji bo 36 kesan ku di nav de şaredar Huseyîn Can Guner cih digirt biryarên binçavkirinê hatibûn derxistin.
Guner, ku dema ji Qibrisê vedigeriya, li Balafirgeha Esenboga hatibû binçavkirin, piştî pêvajoyên polîsan bo dadgehê hat veguhestin.
Dadgeha Sulhê biryar da ku Huseyin Can Guner û 23 gumanbarên din bi girtî bêne darizandin, lê şeş kes jî bi şertê çavdêriya dadwerî hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsînê de, gumanbar bi ‘avakirin û endamtiya rêxistineke sûc, bertîl û manîpulekirina îhaleyan’ tên tawanbarkirin.
