Saredara Parîsê: Ez heyranê Pêsmerge û çanda Kurdî mam

12 tîrmeh 2019 13:49
Saredara Parîsê: Ez heyranê Pêsmerge û çanda Kurdî mam

PeyamaKurd - Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo ya ku duhî pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir, ragihand ku ew heyranê çanda Kurdî û berxwedana Pêşmerge ya li dijî DAIŞê maye.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîvan Barzanî ku bi serdaneke fermî li Fransayê ye, doh bi Serokomar Emmanuel Macron û Wezîrê Derve yê Fransayê Yves Le Drian jî di nav de bi rayedarên frensî re çendîn hevdîtin pêkanîn.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe de çû Şaredariya Parîsê û bi Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo re jî civiya. 

‘EM Û KURDAN DOST IN’

Anne Hidalgo derbarê hevdîtina bi Barzanî re axivî: “Ez du caran çûme Kurdistanê. Ez heyranê çanda Kurdî mam. Herweha ez heyranê berxwedana Pêşmerge ya li dijî DAIŞê mam. Em û Kurdan dost in û dê her dost bimînin.”

Hidalgo got, “Dema min serdana Hewlêrê kir jî got. Ez spasiya gelê Kurdistanê û Pêşmerge dikim. Eger em li Parîsê bi awayekî azad digerin, di vêya de tevkariya berxwedana ya li dijî terorîzmê jî heye.”