Saredara Parîsê Cordebar: Em deyndarê Kurdan e
PeyamaKurd- Şaredara herêma 10emîn a Parîsê Alexandra Cordebard ragihand ku, ew deyndarê gelê Rojava ne û aşkere kir ku ji bo Rojava 200 hezar euro alîkarî berhev kirin.
Şaredara Sosyalîst Cordebar li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û tê got, "gelê Fransayê û Parîsê deyndarê Kurdan e"
“Parîsî dizanin ku ew deyndarê Kurdên Sûriyê ne û di wê baweriyê de ne ku divê ew bi tenê neyên hiştin. Di civîna konseyê ya li Parîsê bi awayekî îstîsnaî me bi qasî 200 hezar euro alîkariya însanî berhev kir. Ev alîkarî dê ji bo bernameyên li bakurê Sûriyê yên ACTED û Medecine du monde were terxankirin.
Hêjayî gotinê ye ku, ACTED û Medecine du monde, du saziyên alîkariya mirovî yên frensî ne û di warên tenduristî û alîkariyên mirovî de kar û xebatan dikin.
<Paris, les Parisiennes et les Parisiens savent ce qu’ils doivent aux #Kurdes de Syrie et ne les abandonneront pas: en #ConseildeParis nous avons attribué une aide exceptionnelle d’urgence de 200 000€ aux programmes humanitaires d’ACTED et de Médecins du monde au #Rojava.
— Alexandra Cordebard (@ACORDEBARD) November 20, 2019

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin