Sandeyeke leskerî ya Iraqê gihîst Kerkûkê
PeyamaKurd – Serfermandarê Artêşa Iraqê Ferîqê Yekem Ebdulemîr Yarela, bi serokatiya şandeyeke leşkerî ve gihîşt Kerkûkê.
Li gor hat ragihandin, li balefirgeha Kerkûkê berpirsên hêzên ewlehiya Iraqê û parêzgerê sepandî yê bajarê Kerkûkê pêşwazî li wan kirin.
Herwiha armanca serdana vê şandeya leşkerî ji bo Kerkûkê bi hûrgilî nehatiye zanîn, lê hat zanîn ku demeke tevgera DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê zêde bûye û hatina vê şandeya bilind a leşkerî ya Iraqê, lê xûya dike ku ji bo gotûbêjkirina rewşa ewlehiya parêzgeha Kerkûkê û sedemên zêdebûna tevgera DAIŞê de be.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin