Sandeyeke bilind a aborî ya Îranê îro serdana Bexdayê dike
29 berfanbar 2020 16:01
PeyamaKurd – Bi serokatiya Wezîrê Wîze ya Îranê Reza Erkadinyan, şandeyeke bilind a aborî ya Îranê, serdana Bexda ya paytexta Iraqê dike û bi berpirsên Iraqê re dicive.
Li gor zanyariyên çapemeniyê, şande îro 29.12.2020ê bi serokatiya Wezîrê Wîze ya Îranê Reza Erkadinyan, gihişt Bexdayê.
Wezîrê Elektrîka Iraqê Mecîd Hentuş ku pêşwaziya şandeyê kir, diyar kir, ew şande bo guftûgokirina derbarê henardekirina gaza xwezayî bo Iraqê û deynên Îranê li ser Iraqê, serdana Bexdayê kiriye.
Herwiha zanyarî destnîşan dikin, şandeya Îranê dê bi Wezîrên Bazirganiyê, bi Parêzgerê Banka Navendî ya Iraqê re û pişt re jî bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re bicive.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sandeyeke payebilind a rûsî serdana Samê kir
28 rbn 2025
Jiyan
Pistî 7 salan serdana asta bilind a Îranê bo Erebistana Siûdî
17 tbx 2023
Cîhan
Sandeyeke payebilind a hikûmetê, serdana krîstiyanên Kurdistanê kir
26 brf 2024
Cîhan
Sanda Kurdistanê ji bo bihêzkirina pêwendiyên aborî serdana Îranê dike
28 gln 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin