Sandeya Îmraliyê dê serdana Herêma Kurdistanê bike

10 sibat 2025 16:20
Sandeya Îmraliyê dê serdana Herêma Kurdistanê bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dawiya hefteya bê, 16ê vê mehê, şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê dê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Hat gotin ku heyet dê serdana serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîr Mesrûr Barzanî û serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî bike.

Derbarê serdana şandeyê de hûrgiliyên zêdetir nehatin belavkirin.