Sanders: “Trump di dîroka Amerîka de serokê herî bi xeter e”
PeyamaKurd- Namzedê bo serokatiya Amerîkayê yê sala 2020an û senatorê eyaleta Vermontê Bernie Sanders ragihand ku Trump di dîroka Amerîka de serokê herî bi xeter e. Sanders Trumpî bi perçekirina milletê ya bi irq, cinsiyet û olî sûcdar kir.
Sanders kampanya xwe ya hilbijartinan li New Yorkê li taxa Brooklynê ya bo sala 2020an da destpêkirin û rexneyên tund li Donald Trump kir. Sanders bi eksa Trump bo yekîtiya milletê soz da. Sanders ragihand ku wê di hilibijartinan de namzetiya demokratan kar bike û Trump têk bibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin