Sandeke Rûsî ji bo dewriyeyên hevbes ên Idlibê serdana Tirkiyê dike
09 adar 2020 01:52
PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina agirbesta Idlibê de, ji bo dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk şandeke Rûsî serdana Tirkiyê dike.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, di çarçoveya rêkeftina Moskowê de ew şande tê Tirkiyê û dê derbarê dewriyeyên bejahî yên hevbeş li ser korîdora ewlekariyê danûstandin were kirin.
Akar da zanîn ku dê serê hefteyê ew şanda Rûsî serdana Tirkiyê bike.
Herwiha li gorî medya tirk wê bi heyetê re şîfre û parolayên dewriyeyên hevbeş werin tesbît kirin.
Civîna herdu aliyan dê li biryargeha îstixbarata Tirkiyê were encamdan û ji bo dewriyeyên hevbeş ên li ser rêya M4ê bê pirsgirêk bên kirin, nexşerêyek were diyarkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Sandeke Rûsî ji bo Idlibê û çend babetên din serdana Samê dike
17 cot 2021
Jiyan
Dewriyeyên Rûs-Tirk rawestiyan, sandeke Rûsî serdana Tirkiyê dike
07 sbt 2020
Cîhan
SOHR: HSD besdarî dewriyeya hevbes a hêzên rûsî û rejîma sûrî bû
03 trm 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin