Sandeke PDKê bi helkefta salvegera damezirandinê serdana YNKê kir

01 hezîran 2020 17:03
Sandeke PDKê bi helkefta salvegera damezirandinê serdana YNKê kir

PeyamaKurd - Şandeke nivîsgeha peywendiyên PDKê serdana navenda 3 ya rêxistina YNKê ya li Hewlêrê kir.

Şanda Partiya Demokrata Kurdistan (PDK), bi serpereştiya Elî Husên serdana navenda 3yemîn ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya li Hewlêrê kir û bi helkefta damezirandina Yekîtiyê pîrozbahî lê kir.

Berpirsê Nivîsgeha pewendiyan ê PDKê Elî Husên ragihand, şanda wan bi mebesta pîrozkirina salvegera damezirandina YNKê bûye û da zanîn ku şandeya PDKê xwestiye di salvegera YNKê de peyamekê bide YNKê.

Endamê rêveberiya PDKê ragihand, ji ber belavbûna vîrusa korona û rewşa niha li Iraq û herêma Kurdistanê, pêwîst e hemû partî û aliyên herêma Kurdistanê yekrêz bin û bi hev re kar bikin.