Sandeke Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ji bo çend hevdîtinan gihîst Hewlêrê

25 gulan 2022 14:59
Sandeke Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ji bo çend hevdîtinan gihîst Hewlêrê

PeyamaKurd – Şandeke Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ji bo çend hevdîtinan gihîşt Hewlêrê û wê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek rayedarên din ên herêmê re bicive.

Li gor hat zanîn, armanca şandê ew e ku ji nêzîk ve agahdarî rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê bibin, bi taybetî rewşa sînorê Şingalê, çimku ewlehiya Herêma Kurdistanê ji bo Ewropayê girîng e.

Hat ragihandin, şanda Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ji 7 parlamenteran pêk hatiye û Nathalie Loiseau serokatiya wê dike.

Şanda Yekîtiya Ewropayê do Sêşemê bi serdanekê gihîştibû Iraqê û li Bexdayê bi rayedarên hikûmeta Iraqê re civiyabû.