Sandek ji parlamentoya Belcîkayê dê serdana Kurdistanê bike
PeyamaKurd - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ragihand, ku biryare heftiya bê şendeke parlamentoya Belcîkayê serdana Herêma Kurdistanê bike û li gel serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li parlamentoya Ewropayê Dîlawer Ajgeyî ragihand ku, şandeke peywendiyên derve ya Parlamentoya Belcîkayê û hejmareke rojnamevanên wî welatî dê heftiya bê serdana Herêma Kurdistanê bikin û li gel serkirdeyên siyasî bicivin.
Dîlawer Ajgeyî da zanîn, ku ew şand dixwaze guhertinên dawîn ên li Herêma Kurdistanê û navçeyê ji nêzîk ve bibînin. Herwiha rewşa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê binirxînin, taybet guhertinên piştî hilbijartinên Iraqê.
Herwiha eşkere kir ku, ew şande piştî Herêma Kurdistanê serdana Rojavayê Kurdistanê jî dike û raportekî amade bike û pêşkeşî Parlamentoya Belcîkayê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin