Sanda Swêdê li Enqerê bi rayedarên Tirk re civiya
PeyamaKurd – Şandeke Wezareta Dadê ya Swêdê li paytexta Tirkiye Enqereyê bi rayedarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê re dest bi hevdîtinan kir.
Tirkiyê beriya niha herdu welatên Swêd û Fînlandê bi piştevaniya terorê tawanbar kiribû û li beramber rakirina vetoya endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandê daxwaza radestkirina hejmarek kesan kiribû.
Piştre herdu welatan li lutkeya NATO ya Madrîdê rêkeftinek îmze kiribûn û di wê çarçoveyê de jî Wezareta Dadê ya Tirkiyê lîsteya radestkirina hejmarek kesan bi hinceta terorê dabû wan.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Swêdê jî çend roj berê ambargoya çekan a ser Tirkiyê ku dema êrîşên Tirkiyê yên sala 2019an ên bi ser Rojavayê Kurdistanê de, danîbû ser Tirkiyê rakiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin