Sanda Neteweyên Yekbûyî serdana Lalesê kir: Me berî DAIS êrîs bike hisyarî dabû

03 adar 2020 22:35
Sanda Neteweyên Yekbûyî serdana Lalesê kir: Me berî DAIS êrîs bike hisyarî dabû

PeyamaKurd - Şandeke Neteweyên Yekbûyî (NY) li Herêma Kurdistanê çend hevdîtin bi berpirsan kir, serdana wargeha pîroz a Kurdên Êzidî Laleşê kir û bi kesatiyên olî yên Kurdên Êzidî re civiya.

Şêwirmendê Taybet ê Sekretêrê Giştî yê NY bo karûbarên jenosîdan Adam Diyang li Laleşê ji aliyê Civata Ruhanî ya Êzidî ve hat pêşwazîkirin.

Adam Diyang li Laleşê got, "Divê hemû tawanbarên DAIŞê li ser encamdana karên hovane yên li dijî Êzidiyan bêne dadgehîkirin û bêne cezakirin, “ji ber ku ya bi serê Êzidiyan hatiye tawaneke cidî ye û bandor li ser hemû mirovan li seranserî cîhanê kiriye.”

Diyang da zanîn ku hemû cîhan deyndarê qurbanîdana Êzidiyn e û got, “Ez hatime vê derê daku li ser navê Sekreterê Giştî hevsoziya xwe bigihînim hemû qurbanî û rizgarbûyan.”

Şêwemendê taybet ê Sekretêrê Giştî yê NY bal kişand ser wê yekê ku ew dê li ser hewlên xwe berdewam bin, daku “ti tawanên jenosîdê li Iraqê û li ti dereke din a cîhanê çênebin.”

Adam Diyang serdanên xwe yên berê yên bo Herêma Kurdistanê bibîr xist û diyar kir, “Di meha Hezîrana sala 2014an de min hişyarî da û min got, rîska çêbûna karesatan heye, paşê di meha Tebaxê de hişyariyên min bûne rastî û karesat çêbû.”

Diyang da zanîn ku wî sala 2015ê peyama Kurdên Êzidî bi xwe re biriye New Yorkê û Netewên Yekbûyî û wiha pê de çû:

“Ji wê demê ve prosesê dest pê kir ku em gihandine biryara Netweyên Yekbûyî ya ji bo encamdana lêkolînan li ser wê karesata ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin, ji ber ku ya li dijî Êzidiyan di sala 2014an de hatiye kirin, tiştekî pêşbînîkirî bû.”