Sanda Kurdistanê bi Helbûsî re yasaya hilbijartinan û babetên dualî gotûbêj kir
PeyamaKurd - Şanda Parlamentoya Kurdistanê ku li Bexdayê ye, îro di çarçoveya serdana xwe de bi Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî re civiya.
Parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê Parlamentoyê Hêmin Hewramî doh şandek şandibû Bexdayê ku ji doh ve danûstandinên xwe berdewam dike.
Hat ragihandin ku di civîna ligel Helbûsî de behsa madeya 16ê ya yasaya hilbijartinên encûmena parêzgehan hate kirin ku ziyanek mezin heye û ji ber wê hejmarek mezin a hemwelatiyan ji mafê dengdanê bêbeş dibin, bi taybet jî xelkê Kerkûk, Mûsil û Şingalê.
Herwiha behsa yasaya xizmeta sivîl hate kirin ku niha li ber destê lijneya darayî ya Parlamentoya Iraqê ye û daxwaz hat kirin, berî dengdan li ser bê dayîn têbiniyên herêma Kurdistanê di yasayê bên berçavkirin û ji bo wê jî nameya seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayeq ji aliyê serokê şandeyê ve pêşkeşî Helbûsî hate kirin. Helbûsî jî ew name pêşkeşî lijneya darayî ya encûmena nûneran kir.
Şanda Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku Parlamentoya Kurdistanê piştevaniyê li stratejiya hikûmeta herêmê dike bo çareseriya pirsgirêkên hatine cemidandin, di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku li ser babeta budce, neft û navçeyên pirsgirêk li ser hene, li gor destûra Iraqê bên çareser kirin.
Helbûsî jî ligel bixêrhatina şandeya Parlamentoya Kurdistanê got: “Em dê hewldanên cidî bidin bo çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin