Sanda Hikûmeta Kurdistanê bi Berhem Salih re civiya
20 nîsan 2020 18:52
PeyamaKurd – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku serdana xwe ya Bexdayê berdewam dike, îro 20ê Nîsanê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.
Nivîsgeha Serokomariya Iraqê ragihand, Serokomarê Iraqê Berhem Salih bi şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi seroktiya Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab re hevdîtinek pêk anî.
Hat diyarkirin ku Berhem Salih û Şanda Kurdistanê li ser avakirina kabîneya hikûmeta nû girîngiya danûstandin û dîyaloga navbera hemû aliyên siyasî anîne ziman û xwestina pirsgirêkên navbera Bexda-Hewlêrê jî werin çareserkirin.
Herwiha di hevdîtinê de, têkoşîna rûbirûbûna vîrusa koronayê hatiye gotûbêjkirin û hatiye diyarkirin ku bi rêkar û fermanên tîmên tenduristiyê pabend bin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hikûmeta Kurdistanê serdana sanda Tirkiyê û mijara mûçeyan guftugo kir
08 rbn 2025
Kurdistan
Sanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel Wezareta Petrola Iraqê civiya
19 sbt 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin