Sanda HDPê li avahiya saredariyê bi Îmamoglu re civiya
PeyamaKurd – Şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji rêveberên Rêxistina HDPê ya Stenbolê û Desteya Rêveberiya Giştî pêk dihat îro duşemê çû serdana Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku di hilbijartinên 23yê Hezîranê de ji nû ve hatiye hilbijartin.
Şanda HDPê ji parlamentarê HDPê yê Stenbolê Aborîzan Erol Katircioglu, endamê Desteya Rêveberiyê Salim Kaplan û hevserokên HDPya Stenbolê Esengul Demir û Cengiz Çiçek pêk hat.
Rêveberên HDPê li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji aliyê şaredar Ekrem Îmamoglu ve hatin pêşwazîkirin û di hevdîtina li meqamê Îmamoglu pêk hat de, ligel pîrozkirinê li ser mijarên rêveberiyên herêmî yên bi beşdariya hemû pêkhateyan hêvî û daxwazên xwe anîn ziman.
Hêjayî bibîrxistinê ye, namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu bi saya dengên Kurdên Stenbolê di hilbiartinên 31ê Adarê de karî bi ser bikeve û di hilbijartina dubare ya 23yê Hezîranê de jî rêjeyeke mezin a dengên Kurdên Stenbolê wergirt û 806 hezar deng ji reqîbê xwe yê AKPê Binalî Yildirim zêdetir stand.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin