Sanda ENKSê serdana Rûsyayê dike

13 tebax 2019 19:36
Sanda ENKSê serdana Rûsyayê dike

PeyamaKurd - Şandeke Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) serdana Rûsyayê dike û bi rayedarên Wezareta derve ya Rûsyayê re dicivin.

Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKS Kamîran Haco ji K24ê re ragihandiye ku sibe şandeke wan serdana Rûsyayê dike û roja 15ê vê mehê, li avahiya Wezareta derve ya Rûsyayê li Moskowê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov re dicive.

Hat diyarkirin ku dê di hevdîtinan de rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Rojavayê Kurdistanê bi taybet werin gotûbêjkirin.

Şandên ENKSê beriya niha jî çend caran serdana Moskowê kiribûn û bi rayedarên rûsî re hevdîtin pêk anîbûn.