Şanda DEM Partiyê çû Îmraliyê
Hat hînbûn ku şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partiy) ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re çûye Girava Îmraliyê.
RûpelNews - Hat ragihandin ku Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgûr Erol, endamên şanda DEM Partiyê, ji bo hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re çûne Girava Îmraliyê.
Hat diyarkirin ku tê payîn ku şande piştî hevdîtina li Îmraliyê daxuyaniyekê bide raya giştî.
Şand herî dawî di 27ê Adarê de çûye Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiriye.
