Sanda Amerîkî li Enqerê ye, Akar jî derbasî Rihayê bû
PeyamaKurd – Li demeke ku şanda leşkerî ya Amerîkayê bo xebatên li ser ‘Herêma Ewle’ li Tirkiyê ye, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî ji bo şopandina xebatên damezrandina Navneda Kordînasyona Hevbeş a navbera Amerîka û Tirkiyê, îro serdana Rihayê kir.
Herwiha şandeke fermandarên pilebilind ên artêşa Tirkiyê jî ligel Hulusî Akar in û biryare Akar û şanda leşkerî ji bo şopandina xebatên Navenda Kordînasyona Hevbeş a di navbera Amerîka û Tirkiyê de, serdana navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) bike.
12ê Tebaxê şandeke Amerîkayê ku ji 6 kesan pêk dihat serdana Rihayê û navçeyên sînorî yên bi Rojavayê Kurdistanê re kiribû û doh jî şandeke leşkerî ya Amerîkayê bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Hêza Ewropa ya Amerîkayê Korgeneral Stephen Twitty gihîştibû Enqerê ku hîn jî danûstandinên xwe bi rayedarên Tirkiyê re berdewam dikin.
Amerîka û Tirkiyê roja 7ê Tebaxê ragihandin ku di encama hevdîtinên rayedarên leşkerî yên herdu welatan de, li ser “avakirina herêma ewle’ û “damezrandina navendeke hevbeş bo hevahengî û birêvebirina karên damezrandina herêma ewle” li ser sînorê bi Rojavayê Kurdistanê li hev kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin