Sanda Amerîka: Em ji Iraqê venakisin, wê Washington bersiva her cûre êrîsan bide
PeyamaKurd – Medya Iraqê ragihandiye ku doh 15ê Tîrmehê şandeke Amerîkayê ya bi seroktiya Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Nêzîk Bret McGurk serdana Bexdayê kiriye û bi berpirsêniraqî re civiyaye.
Hat ragihandin ku şanda Amerîkî bal kişandiye ser ku hinek alî dixwazin bi rêya bikaranîna hêzê Amerîkayê ji Iraqê derxin û loma jî Amerîka ji Iraqê venakişe.
McGurk diyar kiriye ku ew dê bersiva her cûre êrîşên dijî berjwendiyên Amerîkayê bidin û êdî ji niha pê de Washington li hember êrîşan bêdeng namîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Parlamentoya Iraqê 5ê Çileya 2020an biryarek derxistibû ku hemû hêzên biyanî yên li Iraqê bên derxistin û hikûmeta Iraqê bi bicihkirina wê biryarê hatibû erkdarkirin. Lê belê piştre hikûmet Heyder Ebadî hilweşiyabû û Mistefa Kazimî hikûmeta heta hilbijartinên pêşwext bên kirin ava kiribû.
Kazimî dîyaloga stratejîk a bi Amerîkayê dabû meşandin ku çend civînên girîng ligel Amerîkayê encam dabûn ku behsa vekişîna temamî nehatiye kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin