Samê, 5 sert dan ber erêkirina daxwaza Tirkiyeyê

18 tebax 2022 18:34
Samê, 5 sert dan ber erêkirina daxwaza Tirkiyeyê

PeyamaKurd- Piştî guftûgoyên hegera destpêkirina pêwendiya Tirkiye û Suriyeyê, di Rojnameya Tirkiyeyê ya nêzîkî desthilata Tirkiyeyê de hat ragihandin ku rêveberiya Şamê, ji bo daxwaza asayîkirina pêwendiyan, 5 şert dane ber rayedarên Tirkiyeyê.

Di heman rojnameyê de li ser hegera hevdîtinê hatibû ragihandin ku dibe Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, ligel Serokdewletê Suriyeyê Beşar Esad dest bi hevdîtinan bike.

Di nûçeya ku hat eşkerekirin de hat gotin ku bersiv ji aliyê rêveberiya Şamê ve hatiye dayîn lê ji bo vê yekê, şert dane ber rayedarên Tirkiyeyê. Li gorî agahiyên hatine dayîn, şertên rayedarên Şamê, bi vî awayî ne:

-Deriyê sînorê Bab El-Hewa ya li Idlibê, bikeve bin venêrîna Şamê

-Idlib bikeve bin venêrîna Şamê

-Vekişîna hêzên Tirkiyeyê ya ji axên Suriyeyê

-Asayîkirina tevgera bazirganiyê ya deriyê sînorî Cîlvegoz / Bab El-Hewa

-Girêdana rêya M4 ya Hesekê ya bi Heleb û Lazqiyeyê û ev rê bikevin bin venêrîna Şamê

Bi berdewamî tê ragihandin ku daxwazên rayedarên Tirkiyeyê jî ji rayedarên Suriyeyê hene û van daxwazan, bi vî awayî hatine ragihandin:

- Rêgiriya li hember PKK û YPG ya li herêmê

- Vegera koçberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê

- Bidawîkirina metirsiyên terorê yên li ser sînorî

- Destpêkirina pêvajoya siyasî û leşkerî ya navbera opozisyon û Şamê

- Piştî veger û niştecihbûna koçberan, kiryarên ku dê pêk bên

Di nav daxwazên rayedarên Tirkiyeyê de li ser vegera koçberan jî daxwazek heye ku dema koçberên Suriyeyê li welatê xwe vegerin, li navçeyên Humis, Şam û Helebê bi cih bibin.