Salîhe Aydeniz ji erkê xwe îstifa kir

24 adar 2026 22:04

Salîhe Aydeniz piştî lêpirsîna dîsîplînî ya li ser mirina şêwirmenda wê Dîlan Karaman, ji wezîfeya xwe ya wekî Rêvebera Îdarî ya Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) îstifa kir.

Salîhe Aydeniz ji erkê xwe îstifa kir

RûpelNews - Îstifa di civîna Meclîsa Giştî de ku ji hêla Cîgirê Serokê Meclîsê Celal Adan ve hatibû birêvebirin, bi fermî hate tomar kirin. Cîgirê Serokê Meclîsê Adan di axaftina xwe ya li Meclîsa Giştî de diyar kir ku îstifaya Salîhe Aydeniz li ser daxwaza wê bi xwe bû û lêpirsîna dîsîplînî berdewam dike.

Çi qewimî?

Şêwirmenda Salîhe Aydeniz, Dîlan Karaman, di 27ê Mijdara 2025an de xwe kuşt. Meclîsa Jinan a DEM Partîyê ragihand ku lêpirsînek dîsîplînî li ser Aydeniz hatiye destpêkirin û ew ji wezîfeya xwe ya wekî Rêvebera Îdarî ya TBMM vekişiyaye.

Malbata Dilan Karaman îdîa dike ku keçika wan ji ber şîdeta psîkolojîk û fîzîkî û mobbingê ku lê hatiye kirin xwe kuştiye. Her wiha malbat diyar dike ku pêvajoya qanûnî ne temam bûye û lêpirsînek bi bandor û berfireh dixwaze.