Salih Muslîm ji televîzyona Swêdê SVTê re axivî; Em ne rêxistineke terorî ne!

25 gulan 2022 20:11
Salih Muslîm ji televîzyona Swêdê SVTê re axivî;  Em ne rêxistineke terorî ne!

PeyamaKurd-Hevserokê Berê yê PYDê Salih Muslîm, ji Televîzyona Dewletê ya Swêdê SVTê re axivî. Muslîm di hevpeyvîna xwe de got ku ‘Em ne rêxistineke terorî ne, polîtîkaya Dewleta Tirk jixwe her dem li ser şantajê ye.’

Hevserokê Berê yê PYDê Salih Muslim ê ku rêvebirê asta bilind ê PYDê ye; li Rojava, bi hinceta ewlehiyê, li yekîneyeke leşkerî ya Amerîkayê, tevlî bernameya Televîzyona Dewletê ya Swêdê SVTê bû. Salih Muslîm di bernameya ku tevlî bû de got, “Em ne rêxistineke terorî ne. Me tiştekî nekiriye. Polîtîkaya Tirkan jixwe her dem li ser şantajê ye. Her kes dizane ku di mijara penaberan de çi bi serê Ewropayê de haniye.”

Muslîm bi berdewamî got ku PKK û YPG ji aliyê îdeolojiyê ve ji komên din nêzîktirê hev in lê belê di navbera wan de têkiliyeke lebatî tuneye. Li gorî nûçeya SVTê, Salih Muslîm li Rojava ji ber sedema ewlehiyê, xwe spartiye yekîneyeke leşkerî ya Amerîkayê û ji ber sedema ewlehiyê jî yekîne ji aliyê SVTê ve nehatiye nîşandan.

Salih Muslîm da zanîn ku IHA her tiştî dişopînin û her roj bi ser herêmê ve êrîşên bombeyî çêdibin. Salih Muslîm diyar kir ku divê ew di bin ewlehiyê de bin.