Rûsyayê plana astiyê ya ku li Davosê tê gotûbêjkirin red kir

16 rêbendan 2024 01:02
Rûsyayê plana astiyê ya ku li Davosê tê gotûbêjkirin red kir

PeyamaKurd – Rûsyayê derbarê gotûbêjkirina plana aştiyê ya Ukraynayê li Korbenda Aborî ya Cîhanî Davosê de, daxuyanî da.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, plana aştiyê ya ku Ukraynayê pêşkeş kiriye red kir û got, dê ti encamekê nede.

Peskov ji rojnamevanan re got, "Sedemeke eşkere ya ku ev pêvajo negihin eencamê heye; em ne beşdar in. Bêyî beşdariya Rûsyayê, ti îhtimaleke encamdana ti muzakereyan tune ye.”

Hêjayî gotinê ye, di 54. Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) ku li bajaroka Swîsre Davosê tê lidarxistin de, doh nûnerên ewlekariyê yên 83 welatan, ji bo bidawîkirina şerê Ukrayna-rûsyayê 10 mercên Kîevê gotûbêj kirin û Rûsya ji bo wê civînê nehatibû vexwendin.