Rûsyayê li ser bûyera li Rojavayê Kurdistanê Amerîka sûcdar kir
27 tebax 2020 19:17
PeyamaKurd – Rûsyayê li ser bûyera doh 26ê Tebaxê ku li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, dewriyeyên leşkerî yên Rûs û Amerîkî rastî hev hatibûn û di encama lihev ketine wesayîtên dewriyê de 4 leşkerên Amerîkî birîndar bûbûn, daxuyanî da.
Rûsyayê hêzên Amerîkî bi rêgiriya dewriyeya wan tawanbar kir û diyar kir ku li gorî prosedurê wan berê hêzên Amerîkî agahdar kirine ku di wê rêyê de derbas dibin, lê belê leşkerên Amerîkî peyman binpê kirine û polîsên leşkerî yên rûsî jî tedbîrên pêwîst wergirtine.
Hat ragihandin ku li ser mijarê Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov û Sererkanê Amerîkayê Mark Milley jî pêwendiyeke telefonî pêk anîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Ji Amerîka û Rûsyayê sewqîyatên leskerî bo Rojavayê Kurdistanê
01 mjd 2020
Cîhan
2 balafirên kargoya leskerî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê danîn
28 mjd 2025
Jiyan
Amerîkayê 2 karwanên cebilxaneyan sand Rojavayê Kurdistanê
26 tbx 2024
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin