Rusyayê, li depoyên sotemeniyê yên Ukraynayê da!

04 îlon 2023 02:30
Rusyayê, li depoyên sotemeniyê yên Ukraynayê da!

PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Rusyayê ragihand ku wan li bendera Renî ya li herêma Odessayê ya Ukraynayê, li tesîsên depokirina sotemeniyê daye.

Wezaretê ragihand ku hêzên çekdar ên Rusyayê, bişev bi balafirên bê mirov êrîşî bendera Renî ya li herêma Odessayê kir.

Di daxuyaniya ku hat îdiakirin ku depoyên sotemeniyê yên ku lê hatiye dayîn, ji bo tedarîkkirina alavên artêşa Ukraynayê hatine bikaranîn û hat gotin ku

"Êrîş gihîşt armanca xwe. Hemû tesîsên ku hatibûn diyarkirin hatin derbkirin."

Di daxuyaniyeke din a Wezareta Parastinê de hat diyarkirin ku îro saet derdora 12.30a, hewildana balafireke bêmirov a ku xwest êrîşî tesîsên Kîevê yên li ser xaka Rusyayê bike, hat astengkirin.

Hat destnîşankirin ku balafira bêmirov a Ukraynayê, li qada asîmanî ya herêma Belgorodê ji aliyê pergalên parastina asîmanî ve hatiye xistin.