Rûsyayê hêzeke polîsê leskerî li Eyn Îsayê bicih kir...

29 berfanbar 2020 21:15
Rûsyayê hêzeke polîsê leskerî li Eyn Îsayê bicih kir...

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku hêzeke din a polîsê leşkerî yê rûsî gihîştiye bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê û binkeya xwe hatiye bicihkirin.

Li gorî zanyariyan, xala çavdêriyê ya polîsê leşkerî yê rûsî ku hêzên rejîma Sûrî jî li wir hene, nêzîkî çeperên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ne ku heta niha êrîş dibirin ser Hêzên Sûriya Demokratîk.

Hatiye diyarkirin ku wê ew xala çavdêriyê ya Rûsî ji bo kontrola agirbestê ji aliyê hêzên rûsî û rejîmê ve were bikaranîn.

Beriya niha jî cîgirê serokê Navenda Lihevanînê yê Rûsî Vyaçeslav Sitnik di civîne rojnamevanî de gotibû, polîsê leşkerî bo Eyn Îsayê hatiye veguhestin.

Herwiha beriya niha berpirsên HSDê ragihandibûn ku Rûsya daxwazê ji wan dike, ji bo bidawîanîna gefên komên çekdar û Tirkiyê Eyn Îsyayê radestî wan bike.