Rûsyayê derbarê kustina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyek da

03 rêbendan 2020 17:48
Rûsyayê derbarê kustina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyek da

PeyamaKurd- Rûsyayê derheqê kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê, Qasim Sulêymanî ji aliyê Amerîkayê ve, hişyariyê dide û  dibêje, dê bibe sedema zêdebûna ragêşiyan li seranserê Rojhilata Navîn.

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê kuştina Qasim Sulêymanî de daxuyaniyek da û ragihand: “Kuştina Sulêymanî, pêngaveke serkêşane bûye û dibe sedema zêdebûna ragêşiyan li seranserê navçeyê.”

Di daxuyaniyekê de hat gotin: “Sulêymanî bi xweterxankirinê parêvanê berjewendiyên niştimanî yên Îranê bûye û em serxweşiyên xwe ji gelê Îranê re radigihînin.”

Berpirsên payebilind ên Îranê gefa tolhildanê li Amerîkayê dixwin û Serokê Îranê ragihand: “Em dê toleke dijwar hildin.”