Rûsyayê agirbesteke demkî ragihand

07 adar 2022 15:28
Rûsyayê agirbesteke demkî ragihand

PeyamaKurd  Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, agirbesteke demkî ragihand û ji saet 10:00an ve korîdorên mirovî li Kîev, Mariupol, Khrakiv û Sumy tên vekirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta  Berevaniyê ya Rûsyayê: “Li ser daxwaza Serok Macron ji Serok Putîn, em ji saet 10.00 û şûn de, agirbestê (rewşeke aram) radigihînin û korîdorên mirovî li Kîev, Mariupol, Kharkiv, Sumy vedikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de eşkere kirin, li gorî şert û mercên avakirina korîdorên mirovî bibe ji bo welatiyên sivîl û yên biyanî, biyanî ji bajaran derkevin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, agahiyên li ser “avakirina korîdorên mirovî yên li Ûkraynayê” wê ji saziyên Neteweyên Yekgirtî, Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê, Komîteya Xaça Sor a Navdewletî û saziyên din ên navdewletî re werin şandin.