Rûsyayê 32 zarokên DAISê yên li Iraqê wergirt

20 mijdar 2019 00:02
Rûsyayê 32 zarokên DAISê yên li Iraqê wergirt

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 32 zarokên DAÎŞî yên li girtîgehên Iraqê bûn wergirtin.

Wezaretê ragihand ku 32 zarokên gihîştine Rûsyayê ji bo kontrola tenduristiyê ew veguheztine nexweşxaneyan.

Hat zanîn ku temenê zarokên hatine wergirtin ji 1 saliyê heta 12 saliyê ne ku ji Kanûna 2018an Rûsyayê 122 zarokên DAIŞê wergirtine.

Piraniya terorîstên DAIŞê yên ji derveyî welat tevlî DAÎŞê bûne ji Rûsyayê ne û piraniya wan ji Çeçenistan û welatên Kafkasyayê ne.

Li gorî raportan hîn jî bi qasî 2 hezar û jinên DAIŞî yên li Iraq û Sûriyê dimînin ji welatên federasyona Rûsyayê ne.