Rûsyayê li Kobaniyê navendeke leskerî ava kir

04 tebax 2024 12:02
Rûsyayê li Kobaniyê navendeke leskerî ava kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Rûsyayê baregeheke leşkerî li Kobanê ava kirin ku hêzên Sûrî jî tê de cî digirin.

Cîgirê Rêveberê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê Albay Oleg Ignasyuk daye xuyakirin: “Hêzên Rûsyayê û hêzên Sûriyeyê avakirina baregeheke leşkerî li nêzîkî Kobanî temam kirin.”

Albay Oleg Ignasyuk ragihandiye ku avakirina vê baregeha leşkerî, di çarçoveya çavdêrîkirina agirbestê di navbera aliyan de ye.

Hêjayî gotinê ye, ji sala 2012an ve hêzên Sûriyê ji Kobanê vekişyabûn, lê di sala 2019an de careke din hêzên rêjîmê derbasî herêmê bûbûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrîyê (SOHR) daye zanîn, ji bilî vê baregehê, hêzên rûsî di Hezîrana borî de, du baregehên din li gundên Bîr Hiso û çiyayê El-Îza'a li rojavayê Kobanî ava kirine.