Rûsyayê bendera Odessa ya Ukrayna bombe kir: Sewateke mezin derket
02 gulan 2024 22:40
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsyayê, bi moşekan êrîşeke berfireh biriye ser bendera Odessa ya Ukraynayê û piştî êrîşê agirekî mezin derketiye.
Li gorî zanyariyan Rûsyayê bi moşkên balîstîk êrîşê bendera Odessayê kiriye û herî kêm 13 kes jî di encamê de birîndar bûne. Piştî êrîşê jî li cihê hatiye armanckirin agirekî mezin derketiye.
Di wêne û vîdeoyên hatin weşandin de, li cihê êrîşê şewateke mezin dixuyê ku tê gotin, embara şîrketa Nova Pushta ya serekî ya karûbarê postayê hatiye bombebarankirin.
Odessa gelek caran dibe armanca êrîşên Rûsyayê û bi moşekên hatine avêtin di nav du rojên dawî de 8 kes hatine kuştin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rûsyayê li binesaziya bendera Odessayê xist
15 tbx 2024
Jiyan
Ukrayna: Rusyayê, êrîsî Bendera Odessayê kir!
25 îln 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin