Rûsya: Wagner ji bo armanceke bazirganî li Libya û Maliyê ye

04 gulan 2022 00:09
Rûsya: Wagner ji bo armanceke bazirganî li Libya û Maliyê ye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji ajansa AFP re li ser kompaniya hêzên leşkerî yên kirêkirî Wagner a Rûsî îdia kir ku ti pêwendiya Wagner bi hikûmeta Rûsyayê ve nîne.

Lavrov li ser armanca leşkerên Wagner ku di şerê Ukraynayê de jî navê wan careke din derketiye pêş bêyî ku behsa hebûna wan a li Ukraynayê bike got, kompaniya ewlekariya Rûsî Wagner ji bo armancên bazirganî li Malî û Lîbyayê ne.

Sergey Lavrov diyar kiriye ku Wagner bi hikûmeta Maliyê re lihev kiriye û herwiha li Libyayê jî ji aliyê rayedarên hikûmeta Tobrukê ve hatiye vexwendin.

Li gorî raporan têkiliyeke nêzîk a koma Wagner bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re heye û welatên Malî, Lîbya û Sûriyeyê mafên mirovan binpê kirine.