Rûsya û Tirkiyê bo cara nehemîn li Idlibê dewriye gerandin

07 gulan 2020 13:33
Rûsya û Tirkiyê bo cara nehemîn li Idlibê dewriye gerandin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Idlibê bo cara 9emîn hêzên Rûsya û Tirkiyê  dewriyeyeke hevbeş gerandin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) hêzên Tirkiyê û Rûsyayê li rêya serekî ya M4ê ya Idlibê bi beşdariya bejahî û esmanî dewriyeyeke hevbeş gerandine.

Wezaretê di daxuyaniyê de got, di çarçvoeya rêkeftina TR-RFyê de li rêya serekî ya M4ê ya Idlibê bi beşdariya bejahî û esmanî dewriyeyeke hevbeş hatiye gerandin.