Rûsya: Trump wiha bidomîne, Şerê Cîhanê yê Sêyem dê derkeve
Cîgirê Serokê Desteya Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev diyar kir, "Eger Serokê Amerîkayê Donald Trump polîtîkaya xwe ya çewt û sûcdar bidomîne, bêguman dê Şerê Cîhanê yê Sêyem dest pê bike."
RûpelNews - Cîgirê Serokê Desteya Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev derbarê êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de ji ajansa nûçeyan a rûsî TASSê re daxuyanî da.
Medvedev diyar kir ku Îran dê li hemberî êrîşên Amerîka û Îsraîlê, pêşxistina çekên xwe yên atomî bike lez û got, "Eger Serokê Amerîkayê Donald Trump polîtîkaya xwe ya çewt û sûcdar bidomîne, Şerê Cîhanê yê Sêyem dê bêguman dest pê bike."
Medvedev, ku tekez kir ku Amerîka bi êrîşa li ser Îranê amerîkî xistine xeterê û got, "Niha ti guman nîne ku Îran dê hewldanên xwe yên ji bo pêşxistina çekên atomî du qat bike."
Medvedev got ku niha bûyereke biçûk jî dikare bibe sedema destpêkirina Şerê Cîhanê yê Sêyem.
Medvedev herwiha got: "Ev şerek e ku ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve ji bo parastina serweriya wan a cîhanî tê meşandin. Beraz naxwazin dev ji xwarina xwe berdin."
Medvedev, îdia kir ku Amerîka ji Rûsyayê ditirse, û got metirsiya pevçûneke atomî tê zanîn û ev yek garantiya Rûsyayê ye.
