Rûsya: Tirkiyê karwanekî leskerî yê bi qasî kîlometreyan dirêj sand Îdlibê

21 sibat 2020 18:05
Rûsya: Tirkiyê karwanekî leskerî yê bi qasî kîlometreyan dirêj sand Îdlibê

PeyamaKurd - Navenda Lihevanînê ya Rûsya yê li Bakurê Sûriyê ragihand ku, Tirkiye karwanekî leşkerî yê bi qasî kîlometreyan dirêj ku tê de wesayîtên leşkerî û balhigir hene, şand Îdlibê.

Rayedarê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Bakurê Sûriyê General Oleg Juravlev ragihand ku rêyên bejahiyê yên li bakurê Îdlibê vekirîne û trafik bi awayekî asayî diherike.

Juravlev destnîşan kir ku vê rewşê kiriye ku, Tirkiyê karwanekî leşkerî yê bi qasî kîlometreyan dirêj, ku tê de wesayîtên leşkerî û balhigir hene, bişîne Îdlibê.

Ji hêla din ve, hinek agahî di medyayê cî girtin ku bi sedhezaran koçber dixwazin bakurê Sûriyê biterikînin û ber bi Tirkiyê ve biçin. Juravlev derheqê vê mijarê de axivî û got ev agahî ne rast e.

Juravlev da zanîn ku terorîst sivîlên wekî mertalên zindî bi kar tînin û nahêlin ku ji wir derkevin û bang li koçberan kir ku ji herêma Îdlibê ku ragêşî lê tê kêmkirin, di bin ewlehiyê de bêne derxistin.