Rûsya: Sizayên aborî metirsiya ketina Wêstgeha Esmanî ya Navdewletî çêkir

12 adar 2022 13:39
Rûsya: Sizayên aborî metirsiya ketina Wêstgeha Esmanî ya Navdewletî çêkir

PeyamaKurd Sizayên aborî yên ser Rûsyayê metirsiya ketina Wêstgeha Esmanî ya Navdewletî çêkiriye.

Serokê Ajansa Esmanî ya Roscosmos a Rûsî Dmitry Rogozin hişyarî da welatên cîhanê û got, sizayên aborî yên rojava, dibe ku bibe sedema ketina Wêstgeha Esmanî ya Navdewletî ISS.

Dmitry Rogozin da zanîn, sizayên ser Rûsyayê dibe ku karê keştiyên Rûsî têk bide ku xizmeta Wêstgeha Esmanî ya Navdewletî dikin, di encamê de beşa Rûsî ya li wêstgehê ku bi temamî kar nake, dibe ku bibe sedema wê yekê ku wêstgeha 500 ton, "bikeve nav deryayê an ser erd".

Wêstgeha Esmanî ya Navdewletî wêstgeheke esmanî ya moduler e û projeyek hevbeş a pir netewe ye, ku pênc ajansên esmanî di projeyê de beşdar in; NASA, Roscosmos, JAXA, ESA, CSA.