Rûsya, roja seredana Sergey Lavrov bo Kurdistanê askera kir
PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova roja seredana Sergey Lavrov bo Iraq û Kurdistanê aşkera kir. Zaharova ragihand ku dê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di rojên 7-8 ê meha cotmehê de seredana Iraq û Kurdistanê bike.
Berdevka wezaretê Mariya Zaharova li Moskovayê civîneka çapemeniyê li dar xist û got ku roja 7-8 ê cotmehê wê wezîr Sergey Lavrov, seredana Iraq û Kurdistanê bike. Lavrov wê li Bexdayê bi rêvebirên Iraqê re bicive û li Kurdistanê li payîtext Hewlêrê bi rêvebirên Kurdistanê re were cem hev.
Di hevdîtina bi rêvebirên Iraq û Kurdistanê re, dê li ser mijarên Iraq, Sûriye, pêşdeçûnên li Kendavê, Îran û Fîlîstînê biaxife. Têkoşîna li dijî terorê mijareka dinê ya Lavrov e û Rûsya dixwaze têkiliyên xwe bi Iraq û Kurdistanê re bipêş bixe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin